VAN - CEMAL AŞAN
Endamê koma Herêma Behra Spî yê Heyeta Mirovên Aqilmend Kadîr Înanir got: "Rastiya herî mezin ya vî welatî aştî ye. Ji bo ku em pirsgirêka herî mezin a vî welatî çareser bikin divê em mil bidin hevdu."
Kadîr Înanir bi munasebeta ku beşdarî 2yemîn Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê bibe, hat Wanê û der barê xebatên Heyeta Mirovên Aqilmend, pêla çareseriyê, sektora sînema û rêzefîlman de ji nûçenûsê AAyê re fikrên xwe daxuyand.
Înanir got ku Wan ji bajarên herî xweş ên Tirkiyê ye û ji bo sînemageran jî nîmetên xweşik tê de hene. Her wiha diyar kir ku bixwe jî li gelek deverên Tirkiyê fîlm çêkirine, lêbelê li Wanê fîlm çênekiriye.
Înanir da zanîn ji bo ku li Wanê fîlm çêke, dest bi xebatan kiriye û bi biryardare ku vê projeyê bi encam bike.
Rexneyek li sektora rêzefîlman
Înanir rexne li dirêjahiya rêzefîlmên li Tirkiyê kir û got ku ev bi salan e em tînin zimên lê mixabin nû nû me fêhm dikin. înanır got ku rêzefîlm 90 kêlîk dirêj bin, çîroka heyî jî mecbûr dirêj dibe û wiha pê de çû:
"Rêzefîlm zû tên kevinkirin. Gelek rêzefîlm tên çêkirin, lê mixabin binesaziyeke xurt tunene. Derhêner, senarîst, kameraman, lîstikvanên ku ew qas rêzefîlm çêkin, tunene. Ji bo ku bi qalîte û bi qalîfiye be û weşanên televîzyonan bi weşana televîzyonên cîhanê re pê biavêjin, lazim e ku senaryoyên pir hêja hebin. Çêker ji bo ku yên nû nedîtin, dest avêtin fîlmên berê. Roman jî qediyan û êdî dest avêtin fîlmên berê. Heqdariya me derkete holê. Ji bo ku karên baş û dirêj bên kirin, hin biryar dê bên girtin. Wekî din ne pêkan e ku ev kar bi rê ve biçe. Lêbelê talebeke newaze heye. Televizyon bi reklaman li ser pêyan disekinin. Reklamên herî zêde jî îroroj didin rêzefîlman. Jixwe xwediyê televîzyonan bêyî ku pere ji bêrika xwe derxîne birêzefîlman, di şûna wê de ji reklaman tedarîk dike."
-"AA saziyeke wisa ye ku firsenda axaftina azad dide mirovî"
Înanır da zanîn ku ev tengasiyên han di çapeniya taybet de jî tên ziman û wiha axivî: "Lêbelê em li vir di ajansa dewletê rehetir dipeyivin. Çimkî ev ajans saziyeke wisa ye ku firsenda axaftina azad dide mirovî. Ji bo wê em azad diaxivin. Em li her de rê tînin ziman em li vir jî bêjin bila bibîhîsin."
Pêla çareseriyê
Înanir got ku me li devereke herî zinde ya Tirkiyê xebatên xwe yên Heyeta Mirovên Aqilmend pêk anî û em gelek têkoşiyan gava ku me tiştinan vedigotin. Heyeta li devera rojhilat û başûrrojhilat gelek rehet bûn.
Înanir diyar kir ku Heyeta Mirovên Aqilmend ya ku çûbû rojhilat çûbû wek ku çûbû seyranê û axaftina xwe wiha domand:
"Komên li wir bi ehetî çûn, geriyan, guhdarî kirin û hatin. Em li devera herî zinde bûn. Her çiqas em gelek pev çûbin û tekoşiyanin jî dîsa xweş bû. Pêvajo berdewam e û hîç neqediyaye û heya emrê mni hebe dê ji bo min bidome. Rastiya herî mezin ya vî welatî aştî ye. Ji bo ku em pirsgirêka herî mezin a vî welatî çareser bikin divê em mil bidin hevdu. Pêla çareseriyê dê bi erênî tevav be."