ANKARA
Dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 13emin ya Ankarayê de dest pê kir. Levent Ersoz tenduristiya xwe wek sedem nîşan da beşdarî dozê nebû. Jina Ozal Semra Ozal û kurê wî Ahmet Ozalê ku dozdar in jî beşdarî dozê nebûn.
Parêzerê Ersoz Hulusî Coşkun û parêzerên Semra Ozalê Hasan Îşguzar û Hande Zeynep Dursun li dadgehê de amade bûn.
Parêzerê Ersoz Hulusî Coşkun diyar kir ku di îfadeyên şahidan de ji ber ku der barê kesayetî û namûsa Semra Ozalê de gotinên nebaş hatine kirin û tê gotin ku malbata Ozal ew kuştiye, loma divê doz bi veşartî bê kirin.
Parêzerê malbata Ozal Hasan Îşguzar jî diyar kir ku îdiayên şahidên nepenî di çapemeniyê de weşiyan û wiha got: "Bila her tişt bê axaftin, biryar a dadgehê ye."
Dozgerê Komarê Sadik Bayindir diyar kir ku şert û mercên dozê yê ji bo veşartî bê kirin tunene û xwest ku ev xwestek bê redkirin.
Dadgehê biryar da ku doz bi eşkere bê kirin.
Daxwaza beraeta Ersoz hat redkirin û danişîn 9ê Kanûna Pêşîn di saet 9.00an de dê bê kirin.