Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Îsmaîl Pendikê Qaymeqamê Beytuşebaba navçeya Şirnexê ji bona bi xelkê ra biaxive û guhdariya wan bike Kurdî fêr dibe.
Pendikê ku qederê 10 meh berê wek Qaymeqamê Beytuşebabê hat tayînkirin ji bona bi xelkê ra biaxive û guhdariya wan bike biryar da ku fêrî Kurdî be.
Îsmaîl Pendikê bi esnaf û welatiyên ku tên serdana wî ra bi Kurdî diaxive û dixwaze bi hemû xelkê navçeyê ra bi Kurdî baş biaxive.

Îsmaîl Pendikê Qaymeqamê Beytuşebabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bona baştir li hev bikin dest bi fêrbûna Kurdî kiriye.
Pendik destnîşan kir xelkê navçeyê bi Tirkiyeke xweş xeber didin û wiha got: "Min jî wek hedef da ber xwe di dema wezîfeya xwe da bi qasî xwîşk û birayên xwe yên li vir bi Kurdî fêr bibim û bipeyivim."
Îsmaîl Pendik diyar kir welatiyên dixwazin ji rayedaran ra derdê xwe bibêjin wexta bi Tirkî xeber didin şerm dikin û got ku dema welatiyên kal û pîr tên bi Kurdî "xêrhatinê" didim wan û ew jî mîna ewladê xwe li min mêze dikin û meqamê mîna mala xwe dibînin.
Pendik diyar kir dema bi Kurdî dibêje "Serê we sax be" û "Destê wan sax be" welatî zehf kêfxweş dibin û got ku welatiyên şerma xwe dişikînin bi rehetî qala derdê xwe dikin.

Îsmaîl Pendik destnîşan kir gelek girîng e ku bi welatiyan ra bi zimanê wan biaxivin û wiha got: "Xwîşk û birayên me yên Kurd welatiyên esil û yekem yên Komara Tirkiyeyê ne û Kurdî jî zimanê wan e. Divê dewlet xwedî lê derkeve. Divê em xwedî lê derkevin ku firsendê nedin kesên dixwazin fitne û ficûrê di nav welatiyên me da derxin. Heger dewlet Kurdî û zimanên welatiyên me yên din biparêze wê têkliya welatiyên me zexim bibe."
Alî Ozdemirê li navçeyê dijî di daxuyaniya xwe ya bi Kurdî da diyar kir hêvî dike ku vê helwesta Îsmaîl Pendik bibe mînak û got ku qaymeqam li sûkê û li çayxaneyan bi kal û pîrên Tirkî nizanin ra bi Kurdî dipeyive û ev jî ji bona me şerefeke mezin e.