24 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
HAKKARÎ
Qaymeqamiya Yuksekovayê alîkariya xurekê da 200 malbatên ku di bûyerên terorê da mexdûr bûn.
Li navçeyê ji bo sergirtina kozik û rakirina berîqatan 13ê adarê da qedexeya derketina derva hat îlankirin. Qaymeqamî ji bo alîkariyê bide malbatên piştî qedexeyê mexdûr bûn, dest bi xebatan kir.
Şêniyên taxa Dîze, Gungor, Esentepe, Eskî Kişla, Orman, Mezarlik, Yeşîldere, Yenî û Cumhûriyetê piştî operasyonê ji qaymeqamiyê alîkariya xurekê teleb kir.
Malzemeyên alîkariyê yên li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Sosyal hatin amadekirin, barî kamyonan kirin û anîn cihê polêsan a li Daglicayê.
Di çavdêriya hêzên ewlehiyê da rûn, meqarne, salçe, beqliyat û av li 200 malbatên li taxa Gungor û Cumhûriyetê dimînin hatin belavkirin.