24 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê pêşangeheke wêneyan a ku tê de wêneyên malbatên ku ji êrîşên terorê mexdur bûne hene, hat vekirin.
Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Mustafazan pêşangeh li navçeya Kayapinarê di saloneke dewatê de vekir. Di pêşangehê de wêneyên malbatên ku ji ber êrîşên terorîstan yên li Sûra navçeya Diyarbekirê û Cizîra navçeya Şirnexê malên xwe terk kirine û rewşa nebaş a ku tê de ne hatin nîşandan.
Ji bilî van malbatan wêneyên komkujiya Helebceyê, penaberên Sûriyeyê, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6/8ê cotmehê de hatibûn kuştin jî hatin nîşandan.
Alîkarên Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Huseyîn Yilmaz, Bahattîn Temel, Vedat Turgut, malbata Hasan Gokgoz û Huseyîn Dakak ên ku di bûyerên 6 û 8ê mehê de hatibûn kuştin hatin pêşangehê geriyan û wêneyan nihêrin.
Di pêşangehê de Qur'an hat xwendin û ji bo kesên ku li cihanê zilmê dibînin dia hatin kirin.