19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê piştî rakirina qedexeya derketina derva zirara ku endamên PKKya rêxistina terorê dane navçeyê derkete holê.
Qedexeya derketina derva ya li Silopiyê ji bo sergirtina hendekan, rakirina barîqatan û îmhekirina teqemeniyê û parastina can û malê welatiyan di 14ê berfanbara 2015an da hatibû îlankirin. Qedexe îro ji saet 05.00an pê va hat rakirin.
Piştî rakirina qedexeya derketina derva zirara ku endamên PKKya rêxistina terorê dane navçeyê derkete holê. Hat dîtin ku binezasiya navçeyê xiran bûye, dîwarên malan ji bo ku herin û werin hatine qulkirin.
Piştî ku qedexe hat rakirin, welatiyên ku malên xwe terk kiribûn ji destê sibê vir da vedigerin malên xwe. Welatiyan dema ku halê malên xwe dîtin şaş û metel man. Welatî dixebitin ku di malên xwe yên ku dîwarên wan hatine qulkirin, eşyeyên wan hatine xebitandin û ji ber teqînan zirar dîtine da bi cî bibin.
Welatiyên ku vedigerin malên xwe ji bo teqemeniyên ku hatine bicîkirin bi baldarî tevdigerin, bi teybetî jî sarinc û dolabên xwe kontrol dikin paşê dixebitînin.