Orhan Pehlül
18 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2022
Dîmena Reqê Feratê yê nesla wê li ber qelînê ye li Adiyemanê ji hêla masîgiran hat kişandin.
Masîgirên amator ên li nêzîkî gundê Kizilcapinara li ser navendê li qeraxê Bendava Ataturkê masî digirtin, dîtin ku reqekî cuda ket mîsînayê.
Reqê ku masîgiran kaş kir û derxistin qeraxê ji mîsînayê filitî û di nava avê da wenda bû. Masîgiran ew kêlî bi têlefonên xwe yên mobîl qeyd kirin.
Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Makezanista Zoolojiyê ya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Adiyemanê Prof. Dr. Mehmet Zulfu Yildiz dîmen kontrol kir, daxuyanî da û destnîşan kir ku ajal, Reqê Feratê yê bi navê "Rafetus Euphraticus" e ku nesla wê di bin xetereyê da ye.
Yildiz bal kişand ku ev req ji famîleya Trionychidaeyê ye û bi tenê li herêma çemên Ferat û Dîcleyê dijî.
Yildiz bangî masîgiran kir û wiha got, "Ji hevalên me yên masîgir ricaya me ew e ku bira zirarê nedin vî heywanî. Gava digirin bira demildest dîsa berdin nav avê. Lewra nesla Reqê Feratê li ber qelînê ye."