Abdullah Tel
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Çemê Kurayê yê li Erdexanê ye ji ber sir û seqemê cemed girt.
Bi şev germahiya hewayê ya li bajêr di bin sifirê da heta 10 pileyî daket û seqema li bajêr zêde tê hîskirin.
Rûyê Çemê Kurayê yê li bajêr jî ji ber seqema zêde cemed girt û hin welatî jî derketin ser wê cemedê û meşiyan.
Ji welatiyan Mesut Kahya got ku bi şev dinya gelek sar bû û wiha domand: "Weke niha hûn jî dibînin rûyê vî çemê hanê jî wek gelek çemên din cemed girtiye. Em niha dikarin bi rihetî derkevin ser Çemê Kurayê û bimeşin."