Tirkiye

Sala duyemîn a felaketa esrê

Li Tirkiyeyê 2 sal berê navend Kahramanmaraş bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erd hejiya, tesîra wê li ser 11 bajaran û nêzî 14 milyon merivan çêbû û li welêt 7 rojan şîna neteweyî hat îlankirin

Salih Bilici  | 06.02.2025 - Rojanekırın : 08.02.2025
Sala duyemîn a felaketa esrê

Istanbul

Li Tirkiyeyê di 6ê Sibata 2023yan da li Pazarcika navçeya Kahramanmaraşê di saet 04.17an da bi mezinahiya 7,7an, li navçeya Elbistanê di saet 13.24an da bi mezinahiya 7,6an erd hejiya.

Digel Kahramanmaraşê, felaketa esrê li Hatay, Osmaniye, Adiyeman, Diyarbekir, Şanliurfa, Gazîentab, Kilîs, Edene, Meletî û Elezîzê rabû û di felaketê da 53 hezar û 537 kes mirin, 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Tesîra erdhejê bi tevahî li ser qadeke 120 hezar kîlomêtreqareyî li ser 14 milyon welatiyan çêbû, li 11 bajar, 124 navçe, 6 hezar û 929 gund û taxan avahî kavil bûn.

Ji ber erdheja ku tesîra wê ser bi qasî 14 milyon welatiyan çêbû, li tevahiya welêt 7 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın