KOCAELİ
Serokê Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lez û Afat a Serokwezîriyê Dr. Mûrat Onûrlû diyar kir ku, li Tirkiyê erdhej pêk tên û divê mirov vê rastiyê qebûl bike. Lewra bi tenê di sala 2012an de 28 hezar û 740 erhej li Tirkiyê pêk hatin.
Li perava Kavakliyê ji bo kesên ku di erheja 17ê tebaxa 1999an de can dabûn, merasima bîranînê hat lidarxistin. Merasim bi rawestîna rêzgirtinê û bi xwendina sirûda neteweyî dest pê kir.
Serokê Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lez û Afat a Serokwezîriyê Onûrlû di merasimê de axivî û got: "Ez ji kesên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirine re sersaxiyê dixwazim û Xwedê rehma xwe li yên ku di erdhejê de can dane bike.
Onûrlû da zanîn ku Tirkiyê, piştî erdheja Marmarayê gelek xebat meşandine û erdheja Wanê ku di sala 2011an de pêk hat mînakek bû. Onûrlû got: "Dema erdheja Marmarayê pêk hat, me navenda erdhejê serê sibê diyar kir. Hejmara mirî û birîndaran bere bere derdiketin holê. Ceyran çû, ragihandin û têkiliya elektronîk bi zor û zehmetî dihat kirin. Îro dema ku em bala xwe didinê, me gelek merhele li pişt xwe hiştin. Erdheja ku di sala 2011an de li Wanê qewimî jî vê yekê radixe pêş me. Lewra di nav salekê de avahî hatin çêkirin û teslîmî malbatan hatin kirin. Ev jî xebatên me yên di vê qadê de û pêşveçûna Tirkiyê nîşan dide. Divê em hay ji xwe hebin, li Tirkiyê gelek erdhej diqewimin, bi tenê di sala 2012an de ji 28 hezarî zêdetir erdhej pêk hatin. Di sala 2011an de ev hejmar ji 29 hezarî derbas dibû. Em mecbûr in ku ji bo erdhejê amade bin.
Piştî daxûyaniyên Onûrlû komeke nêzî 150 kesî bi çirayên ku di destê wan de bûn ber bi Parka Anitê ya ku li ser kolana Hurruyetê ye, meşiyan. Bi dirûşmeyên "Em ji bîr nakin" , "Em ê nedin jibîrkirin" meşa xwe domandin.
Beşdarvanan gurza kûlîlkan danî li ser abîdeya erdhejê, hin welatî giriyan.
Piştî merasimê welatî çûne malên xwe.