DİYARBAKIR
Çalakiyê duh danê êvarê li qada Îstasyonê dest pê kir. Parlementera BDPê ya Diyarbakirê Nûrsel Aydogan û koma ku hin şaredarên BDPyî jî tê de beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya rûniştinê li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê dest pê kir. Çalakî piştî lidarxistina civîna çapemeniyê bi dawî bû.
Parlementer Aydogan balê kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got: "Di pêvajoya ku em wek merheleya duyemîn bi nav dikin de derketina dersînor û gihiştin yan jî negihiştina Qandîlê ne girîng e. Ya girîng ew e ku pêvajoya pevneçûnê bidome."
Aydogan rûdanên li Misir û Sûriyê jî nirxand û hişyarî da ku ev bûyerên li Misrê diqewimin dibe ku bibe sedema şerê navxweyî.
Çalakvan piştî civîna çapemeniyê belav bûn.