Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan daxuyand ku li gor rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê erdheja ku heta niha herî zû midaxelê lê hatiye kirin erdheja Wanê ye.
Waliyê Wanê Dogan ji ber erdheja 23ê Cotmeha 2011an de li Wanê de qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dogan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got bajerê Wanê ji ber edhejê gelek tengasî kişand.
Dogan wiha axivî:
"Dema erdhej hê nû qewimîbû dewlet, hikûmet, milet û dewletên cîranên me bi hewara me hatin û arîkariya me kirin. Birînin me derman kirin. Vê erhdhejê nîşan da ku her çendî fayên erdê şikestibin jî dilê me nêzî hev du ye û xurt e."
Walî Dogan ji bo kesên ku di erdhejê de mirin rehmet xwest û got êdî Xwedê neke careke din felakete wisa biqewime.