Serokê Heyeta Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMMyê Ayhan Sefer Ustun wiha got: "Tirkiye di salên dawîn de di qada xebatên koçê de di dinyayê de bû mînak. Dema heyetên NYê kampan ziyaret dikin dixwazin ku ev xebat li hemû dinyayê belav bibe."
Heyeta Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMMyê hatin Mêrdînê û çûn dîtina Wekîlê Walî Alî Guldogan. Ustun li Mêrdînê der barê penaberan de agahî hilda û got ku ew wek "Komîsyona Biçûk a Penaberan" hatine Mêrdînê.
Ustun daxuyand ku ew ê kampên li Midyatê, Wêranşehir û Sirûca Rihayê ziyaret bikin û heke hebe ew ê der barê kêmasiyan de notan bigrin.
Ustun got ku Tirkiye ji hêla xebatên koçê de di dinyayê de bûye mînak û wiha axivî: "Tirkiye di salên dawîn de di qada xebatên koçê de di dinyayê de bû mînak. Dema heyetên NYê kampan ziyaret dikin dixwazin ku ev xebat li hemû dinyayê belav bibe. Bi Qanûna Biyaniyan a ku di salên dawîn de derket, Tirkiye di vê qadê de gihîşte asteke bilind. Heta niha hejmara penaberên li Tirkiyeyê milyon û nîvekî derbastir bû. Ji van 220 hezarî zêdetir mirov di kampên AFADê de dimînin."
- "Xwepêşanên bêdestûr ên dijî DÎŞIyê"
Ustun der barê xwepêşanên bêdestûr ên dijî DÎŞIyê de got ku di rojên pêş me de heke hewce bike wek komîsyon ew dikarin der barê vê mijarê de jî xebatan bikin.
Ustun got ku li Tirkiyeyê ji bo mafên mirovan neyê binpêkirin hewl tê dayîn û wiha axivî: "Binpêkirina mafên mirovan ji kîjan aliyê dibe bila bibe, bavê me jî bike em destûrê nadin. Kî vê bike helbet meclis, hikûmet û gel dê wê şermezar bike. Kî aramiya welatiyên me xirab bike, wezîfedarê kamûyê be jî em destûrê nadin."