Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji HDPê hat dayîn, di civîna şandeyê ya bi Ocalan re li ser rewşa pêvajoyê û pêşveçûnên dawîn hat sekinandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan bangî herdu aliyan jî kir da ku xwe ji tevger û kiryarên ku dê pêvajoyê provoke bike, dûr bidin û wiha got: "Realîteya herî girîng ew e ku pêvajo gihîştiye qonaxeke nû. Di serî de ji bo destpêkirina pêvajoyê hêviyeke girîng hebû û aniha jî divê ev hêvî bê parastin û pêşxistin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan bi berdewamî wiha got: "Divê herdu alî jî ji bo destpêkeke rasteqîn û jidil li ser rê û rêbazên ku dê rê li pêşiya pratîzekirinê veke hûr bibin. Divê medya jî bi awayekî yekpare û bi helwesteke demokratîk ve peywireke wisa hilgire li ser milên xwe da ku bizanibe em di demeke gelekî dîrokî de ne."
Ji hêla din hat destnîşankirin ku Ocalan ji bo malbatên karkerên ku di bobelata Somayê de can dan sersaxî xwest.