MARDİN
Hin şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) ji bo Sûriyê alîkarî kom kirin. Alîkariyên ku li 12 kamyonan hatin barkirin, niha li ber deriyê sînorê bajaroka Şenyûrta navçeya Kiziltepeya Mardînê hatine sekinandin.
Alîkariya ku ji derman, dan û dû pêk tê ji bajarên Diyarbakir, Mardîn, Agirî, Wan û ji hin navçeyên wan bajaran hatin komkirin. Alîkariyên ku li ber deriyê sînorê bajaroka Şenyûrtê hatine sekinandin, dê bişînin bajarê Derbesiyê.
Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk jî li vê derê daxûyanî da rojnamevanan, qirkirinên ku li Sûriyê pêk tên şermezar kir û got: "Em kurd dê teqez li şoreşa rojava xwedî derkevin. Li hemberê polîtîkayên kujeran em piştgiriyê didin berxwedana meşrû ya gel. Ev êrîşên namerd yên ku li dijî gel tên kirin dê nikaribe Kurdan ji têkoşîna wan dûr bixe."
Tûglûkê destnîşan kir ev tiştên ku diqewimin, ne li gor pêla çareseriyê ne, heta alîkarî derbasî aliyê Sûriyê nebe dê ji ber deriyê sînor veneqetin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin, deriyê sînorê Şenyûrtê ji sala 1987an vir ve girtî ye.