XÛMÛS
Di teqîna ku li Xûmûsa Sûriyê çêbû, li gor destnîşanên ewil 40 kes mirine û ji 100î zêdetir kes jî birîndar in.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir, li taxa Vadî ez-Zeheba li ser Xûmûsê di embara cebilxana artêşê de teqîn pêk hatiye. Di teqînê de sivîl jî di nav de herî kêm 40 kesî canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa gelek birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.