ANKARA
Serokê Karê Diyanetê Mehmet Gormez wiha got: "Hemû misilman berpirsyar in ku ji bo zalimên har, yên ku heq û huqûqê nizanin bertek nîşan bidin. Dîsa berpirsyar in ku ji bo aştî û aramiya mirovayetiyê bibin mifteya xêrê, bibin kilîda şerî."
Gormez ji ber Leyletul Qedrê ya ku wê îşev bê pîrozkirin peyamek belav kir. Di peyama xwe de diyar kir ku meha remezanê ber bi dawîbûnê ve diçe. Misilman li ber xwe dikevin ku remezan diqede, lê di heman demê de bextewar in ku digihêjin Leyletul Qedrê ya ku ji hezar salan bi xêrtir e.
Gormez anî ziman ku Leyletul Qedr, qedrê misilmanan û hemû mirovayetiyê zêde dike û di vê şevê de Qur'ana pîroz nuzûl bûye û wiha pê de çû: "Qur'an di peyamên xwe yên cîhanî yên ku bi rehmetê barkirî, şerefa mirovan zêde kiriye. Lê dema ku mirov qîmeta Qur'anê nizane, ew dem qedrê mirov û ummetê jî kêm dibe. Heke îro alema îslamê ji ilm, şaristanî, aşitî û aramiyê dûr ketibe, sedema vê ev e ku zêde qedr nîşanî Qur'anê nadin. Di demên wiha de li Leyletul Qedrê ya ku heta berbangê aramî tê de heye, dia û nimêjkirin tiştekî pir girîng e. Di gelek cihên cîhanê de, di şeveke wiha de, piştî kitêbeke wiha hîn jî xwîn diherike, zarok dimirin, dayik rondikan dirêjin, zilm û taritî, neheqî dilê mirovan reş dike. Hîn jî bira birayan dikujin. Ev rewşeke çiqas ne baş e. Li hember nîmet û litûfên Xwedê ev nankoriyeke çiqas mezin e."
Gormez Leyletul Qedrê pîroz kir û wiha got : "Xwedayo, ji bo hurmeta vê şevê xwîna ku li alema îslamê diherike û rondikên ku dirêjin bide sekinandin. Nesîbê hemû xwişk û birayên me bike ku ew di nav aramî û ewlehiyê de bigihêjin cejnê. Bi van hest û fikran, ez Leyletul Qedra hemû gelê îslamê pîroz dikim."