Yusuf Soykan Bal
23 Mijdar 2024•Rojanekirin: 24 Mijdar 2024
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku Şaredarê Tunceliyê Cevdet Konak û Şaredarê Ovacixê Mustafa Sarigul ji peywir hatin dûrxistin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Tunceliyê Cevdet Konak di çarçoveya dosyeya bi nimreya 2022/99 a Mehkemeya Cezaya Giran a 1emîn a Tunceliyê ji ber sûcê "endamtiya PKK/KCKya rêxistina teprrê" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê xwariye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di soyeya bi nimreya 2024/1146 a Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê da lêpirsîna Konak a ji ber sûcê "propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê" dewam dike û hat gotin ku "Cevdet Konak li gor madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi nimreya 5393 wek tevdîrê berwext ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va ji peywir hat dûrxistin."
Di vê çarçoveyê da li gor madeyên 45 û 46emîn ên Qanûna Şaredariyê ya bi nimreya 5393 Waliyê Tunceliyê Bulent Tekbiyikoglu wekî Wekîlê Şaredarê Tunceliyê hat peywirdarkirin.
Di daxuyaniya der barê Mustafa Sarigulê Şaredarê Ovacixê da jî ev hatin gotin:
"Mustafa Sarigul di çarçoveya dosyeya bi nimreya 2022/99 a Mehkemeya Cezaya Giran a 1emîn a Tunceliyê ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar a 'PKK/KCK'yê 6 sal û 3 meh ceza hildaye li gor madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi nimreya 5393 wek tevdîrê Wezareta Karên Navxweyî va ji peywir hat dûrxistin. Li gor madeyên 45 û 46emîn a Qanûna Şaredariya ya bi nimreya 5393 Qaymeqamû Ovacixê Huseyîn Şamîl Sozen ji hêla Walîtiya Tunceliyê va wek Wekîlê Şaredariya Ovacixê hat peywirdarkirin."