07 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
TUNCELÎ
Ayten Konak ji Tûnceliyê ye û bi boyaxkirina solan va 3 zarên xwe xwedî dike.
Mêrê Ayten Konaka 48 salî 5 sal berê kete girtîgehê û Ayten bi 3 zarê xwe va tenê ma. Keça wê ya herî piçûk 4 salî ye, ya herî mezin jî 10 salî ye. Konak hem ji zarokên xwe ra dêtiyê hem bavtiyê dike.
Konak serê sibê piştî ku her du zarokên xwe dişîne dibistanê, bi Dîrena keça xwe ya piçûk va derbasî ser sandoqa boyaxa solan dibe û heta ku zarokên wê ji dibistanê dertên, solan boyax dike. Konak nava rojê solan boyax dike, piştî ku zarokên wê radizên îcar dest bi çêkirina lîf û oya tulbentan dike.
Konak dibêje ku ew 5 sal e bi derfetên xwe debara mala xwe peyda dike û wiha dewam kir: "Keça min a piçûk hinekî nehs e, ji ber wê jî ez nikarim bikevim karekî. Ji bo ku em mihtacî kesî nebin jî min dest bi vî karî kir. Divê ez bixebitim û her 3 zarokên xwe xwedî bikim.
Konakê got wê qebûl nekir ku zarokên xwe bide wargeha xwedîkirinê.
Konakê got ku Walîtiya Tûnceliyê 3 mehan carekê alîkariyê dide wan lê ev têra wan nake, mesrefên zarokê wê û pêdiviyên mala wê ew pêk tîne.
Konak li ser nêrîna mirovan jî sekinî û wiha got:
"Ne şerm e ku meriv bixebite. Ji ber ku ez jin im bila min şermezar nekin. Mirovên ku xebata min erênî dibînin jî hene, yên ku neyênî dibînin jî hene. Ez rastî van têm. Bila ji min ra bibin alîkar. Beriya her tiştî ez dê me. Ez ji bo xwe tênakoşim. Tenê ji bo ku zarokên min bixwînin û bibin xwedî pîşe ez ew qas hewl didim."
Mirovên ku Ayten Konakê nas dikin û mişteriyên wê jî Konakê pîroz dikin.