10 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Hat tespîtkirin ku di nav 6 terorîstên li Tunceliyê hatin berterefkirin da Celal Kayayê di lîsteya şîn û Haydar Gulê di lîsteya porteqalî da bûn jî hene.
Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe da ragihand ku duh li çol û çiyayên Tunceliyê ji hêla ekîbên Fermandariya Cendermeya Bajêr va operasyon hat kirin.
Hat gotin ku di encama operasyonê da 6 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor tespîtê ji terorîstên hatin berterefkirin yek jê Celal Kayayê qaşo berpirsê Eniya Rojhilatê bû û di lîsteya şîn da bû û bi navê Dogan-Serhed dihat zanîn. Ji bo qefaltina wî milyon û 500 hezar lire xelat hatibû kifşkirin.
Ji terorîstên hatin berterefkirin yek jî Haydar Gul ê qaşo berpirsê navenda bajêr ê rojhilatê bû ku di lîsteya porteqalî da bû û ew jî bi navê Baran dihat zanîn. Ji bo qefaltina wî jî 600 hezar lire xelat hatibû kifşkirin.