Di çarçoveya sepana saeta zivistanê de ji 04.00an pê ve saet saetekî paş ve hatin hildan.
Bi mebesta ku ji ronahiya rojê zêdetir bê îstifadekirin, di 31ê adarê roja duşemê saet 03.00an û pê ve saet saetekî pêş ve hatibûn hildan. Îşev jî saet 04.00an pê ve saetek paş ve hildan.
Sepana saeta havînê biharê dest pê dike û di nav payîzê de diqede. Bi vî awayî 7 meh saet pêş ve tên hildan. Ev guherîn ji bo ku ji ronahiya rojê bê îstifadekirin çêdibe. Di nav 7 mehan de di navbera 800 milyon û milyarek kîlowatsaet ji ceyranê tasarûf tê kirin.