Nihat Kavşut
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Sepana Androîdê ya îmkanê dide ku nûçeyên Ajansa Anadoluyê (AA) ji têlefonên biaqil û tabletan bên teqîbkirin bi şiklê xwe yê nû di Google Playê da ye.
Xwendina nûçeyan û dîtina kategorî û nûçeyan êdî zehf hêsan e. Di sepana mobîl da êdî meriv dikare ekranê berjêr û berwar kaş bike û li hemû naverokan binihêre. Meriv dikare nûçeyan ji bona paşê bixwîne bide qeydkirin û weşanên zindî, agahî û rûpela sereke êdî li ber destan e.
Sepana Androîdê ya AAyê bi 13 zimanî îmkan û derfetê dide ku geşedanên li Tirkiye û dinyayê bên teqîbkirin û bi teknolojiya rojane ku di xwe da dihewîne di vî warî da pêşeng e.
Sepana ku berê jî hat nûkirin niha jî bi şiklê xwe yê nû di platformên iOS û Windowsê da ye.