Parlementerên ku ji bo piştgiriya hilbijartinên herêmî hatin Vanê, derbasî navçeyên Vanê bûn, esnaf û welatî ziyaret kirin.
Heyeta ku Parlementerê AK Partiyê yê Vanê jî di nav bû esnaf ziyaret kir, ji bo namzetê şaredariyê Abdulahat Arvasê rey xwest. Parlementeran daxwazên welatiyan jî guhdar kirin û nivîsîn.
Parlementerê AK Partiyê yê Konyayê Mustafa Baloglu pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û diyar kir ku salek e pozê tu kesî xwîn nebûye, êdî xebera şehîd, mirin û pevçûnan nayê û dayîk nagirîn.
Baloglu destnîşan kir ku geşedana girîng ev e ku ew pê kêfxweş bûn û wiha axivî:
"Înşeallah em ê bi tu awayî ji van xebatan paşve gav neavêjin. Em aştiyê dixwazin, biratiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Heta ku li vir aştî û biratî hebe, veberhênan jî dê li vir çêbibin. Li vir bêkarî jî diqede. Xizmetên baş dê li vir rû bidin. Înşeallah birayên me yên ercîşî dê di 30ê adarê de reya xwe bidin birayê me yê Abdulahat Arvas."