BÎNGOL
Li Bîngolê qezaya trafîkê pêk hat û di qezayê de 5 jê giran bi tevahî 31 kes bîrîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxisitin otobêsa rêwiyan a bi pleqaya 42 GN 544 a ku ajovaniya wê Necmî Kiziltaş dikir û tirimbêla bi pleqaya 16 YY 521 a ku ajovaniya wê Gurkan Sînan dikir, li ser rêbejaya di navbera Bîngol û Mûşê de li hev du qelibîn. Bi hukmê li hevketinê re otobês û tirimbêl gindirîn şerampolê.
Di qezayê de 5 jê giran bi tevahî 31 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambilansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê kirin.