ŞANLIURFA
Kampanyaya ji bo penaberên ji Sûriyeyê ya bi navê "Dicemidim, Alîkariya Min Bikin" a ku pêşikêşiya wê Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê dike li Şanliurfayê hat destpêkirin.
Merasima vekirinê li navenda lojîstikê ya li navçeya Eyubiyeyê hat kirin û Serokê Bajêr a Stenbolê yê AK Partiyê Azîz Babuşçu di merasimê da ji kesên ku keda wan tev kampanyayê bûne ra sipas kir.
Babuşçu "10 Rêbendanê ya Roja Rojnamevanên ku Dixebitin" a rojnamevanên ku kampanya dişopandin pîroz kir û diyar kir ku xizmeteke zehf baş dikin.
Babuşçu destnîşan kir ku kampanyaya "Dicemidim, Alîkariya Min Bikin" di Civîna Serokên Bajaran a Berfireh ya AK Partiyê ya ku li Rihayê hat lidarxistin da derkete holê û wiha got:
"Em xuşk û birayên xwe yên mixacir teqîb dikin û alîkariya ku dikeve ser milê xwe jî dikin. Me berê jî alîkarî dida platforma alîkariyê ya herêmê ya ku li Stenbolê em ziyaret kirin û di nav wan da gelek xuşk û birayên me hene. Lê dema ku em hatin herêmê û herêm dît, me got gelo em dikarin kampanyayeke alîkariyê li dar bixin."
Babuşçu diyar kir ku amûrên alîkariyê yên ku di kampanyaya "Sermaya zivistan dicemidîne, biratiya Stenbolê germ dike" da hatin berhevkirin dişînin Şanliurfayê û piraniya tiran jî xwe gihandin bajêr û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku vê alîkariya xwe hetanî biharê bidomînin û ji ber vê yekê jî me îro 134 tir amûr berhev kir. Lê belê em dixebitin ku sibê 150-200 tir amûrên alîkariyê berhev bikin."
Babuşçû got dizanin ku ensarî û mixacirî çî ye û destnîşan kir ku ev kampanya bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu va dane destpêkirin û ji hemû kesên ku keda wan tevî kampanyayê bûn ra sipas kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Celattîn Guvenç jî diyar kir ku ev xebat wisa mezin e ku nikare bi peyîvan qalê bike û wiha got: "Mirovên vê herêmê nabêjin ev ereb e, ev kurd e, ev tirk e, ev elewî ye, ev sunî ye û alîkariyê didin hemû mezluman û li wan xweyî derdikevin, nanê xwe bi wan ra parve dikin."
Amûrên alîkariya mirovahiyê yên ku di kampanyaya "Dicemidim, Alîkariya Min Bikin" da hatin berhevkirin li penaberên ku li Sûricêne hatin belavkirin.