10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber teqîna ku li Enqereyê pêk hat bernameyên xwe yên îro yên li Stenbolê betal kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan piştî teqîna li Enqereyê bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan Serokomar Erdogan bernameyên xwe yên li Stenbolê betal kir.
Serokomar Erdogan îro li Stenbolê beşdarî du bernamayan ku yek jê li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar û ya din jî li Salonê Konserê ya Cemal Reşît Rey bû dê bibûya.
Hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan wê beşdarî herdu bernameyan jî nebe.