İbrahim Atmaca
27 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta rojane bi balafirgeha "ANK"yê çû Rûsyayê.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Midûrê Emniyeta Stenbolê Mustafa Çalişkan, Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak Serokomar Erdogan li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê bi rê kirin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak jî bi Erdogan ra çûn Rûsyayê.
Li ser hesabê Twitterê yê Serokomariyê der barê ziyaretê da daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û li gor daxuyaniyê Serokomar Erdogan di çarçoveya ziyaretê da wê bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn ra rûnê û herdu serok wê serokatiya hevdîtina heyetan bikin.
Di hevdîtinan da tê plankirin ku li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bisekinin, Sûriye di serî da der heqê hin mijarên herêmî û navneteweyî da wê fikrên xwe ji hev ra bêjin.
Serokomar Erdogan wê bi wesîleya ziyaretê beşdarî vekirina Fuara Hewagerî û Fezayê ya Navneteweyî ya MAKS-2019an bibe.