12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Durumluya mezraya Diyarbekirê terorîstan bi 15 ton teqemenî va kamyonek teqandibûn û 16 kes miribûn. 16 jinên ku eqrebayê wan di vê teqînê de mirin, bi alîkariya Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûn umreyê. 16 jin bi organîzasyona Wezareta Kar û Barên Diyanetê te çûn û wê 14 rojan li axa pîroz bimînin.
Nesîbe Yamana ku mêrê wê di teqînê de mir li Balafirgeha Diyarbekirê ji rojnamevanan re daxuyand ku ew sipasiya Emîne Erdoganê dike û wiha axivî: "Çûyîna umreyê wê hinekî êşa dilê me kêm bike. Xwedê alîkariya me bike. Şehîdên me hene. Ezê dia bikim ku sûcdar bên cezakirin."
Melîha Yamana ku merê wê jî di êrîşê de mir jî bi kurdî wiha got: "Emê li axa pîroz diayê ummeta Mihemed, miriyên xwe û şehîdên xwe bikin. Em diayê kesên ku me dişînin umreyê re dikin. Ez sipasiya Emîne Xanimê dikim."
Miftiyê navçeya Yenîşehirê Şevket Dîlmaç jî got ku 16 jin wê ewil herin Medîneyê û wiha axivî: "Paşê ewê herin Mekkeyê. Xwedê nesîbê wan bike ku ew sax û silamet herin û bên. Rehma Xwedê şehîdên me be."
Piştî ku Qur'an hat xwendin û dia hatin kirin, 16 jin hatin rêwîkirin.