Cemil Murat Budak,Serdar Açıl
21 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku di bernameyeke televizyonê da gotinên ku tê da gefxwarin heye kiriye der barê Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay da gilîdar bû.
Huseyîn Aydinê parêzerê Serokomar Erdogan ji ber ku 20ê Nîsanê di bernameyeke televizyonê da gotinên ku tê da gefxwarin heye kiriye der barê Engîn Altay da li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilîdar bû.
Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay di bernameya televizyonê da wiha gotibû, "Menderes jî demekê zêde rû da hêzên dînparêz yên bi vî rengî, tawîzan dabû. Menderes peyra çi kir, ji mecbûrî Qanûna Parastina Ataturk derxist, hêvî dikim ku aqûbeta Erdogan neşibe ya Erdogan."
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gilîdarbûnê der barê Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay da bi sûcê "gefxwarin"ê lêpirsîn da destpêkirin.