Merve Yıldızalp,Fatma Sevinç Çetin
14 Adar 2024•Rojanekirin: 15 Adar 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan bi Alî Osman Taş û malbata wî ya ku li Altindaga navçeya Enqereyê dijîn ra fitara xwe kir.
Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan Alî Osman Taş û malbata wî ziyaret kir û bi wan ra fitirîn.
Erdogan dema hat malê endamên malbatê pêşwazî lê kirin. Erdogan got ku "Ez niha ji rêya dûr têm. Ez îro ji Şirnex û Mêrdînp ji van deran têm."
Erdogan ji dayik Buse Taşê pirsa "Sê keçên we hene?" kir û berisva "Belê" hilda.
Erdogan i endamên malbatê ra li ser maseyê rûnişt û li benda bangê ma û di vê navberê da bi malbatê ra sohbet kir. Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan piştî fitarê bi malbatê ra çay vexwar.
- "Me di sifreya yekîtî, bihevrabûn û biratiyê da fitara xwe bi hev ra vekir"
Ji hêla din va Emîne Erdogan der barê ziyaretê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî peyam parve kir û got ku
"Em îro li Enqereyê mêvanê malbata Taş bûn. Me di sifreya yekîtî, bihevrabûn û biratiyê da fitara xwe bi hev ra vekir. Sohbeta me ya bi keçûn me Gulhan, Nur Hayat û Elîfê ra ku rûgeşiya malê bûn şeva me ronî kir. Ez ji ber mêvanperweriya wan a ji dil spasdar im. Bereketa remezanê bila ji ser sifreyan kêm nebe."