21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Serokomarê 11emîn Gul daxuyand ku îro di manşeta rojnameyekê de hin gotin wek gotinên wî hatine nivîsandin, lê ev gotin bi giştî derew in.
Gul di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Di rojnameya Tarafê de îro di manşetê de hin gotin wek gotinên min hatine nivîsandin, lê ev gotin bi giştî derew in û bi niyeteke nebaş hatine nivîsandin. Yên ku min nas dikin baş dizanin ku ez di rexneyên xwe yên herî tuj de jî gotinên wiha nabêjim û ûslubeke wiha bi kar naynim. Di rojên dawîn de ez bi xemgînî dibînim ku hin kes hewl didin şexsê min tevî nîqaşên siyasî bikin. Min wek Wezîrê Karên Derve, Serokwezîr û herî dawîn jî wek Serokomar xizmeta gelê xwe kir. Daxwaza min a tekane ew e ku welatê me bi yekîtî û bi hev re bigihêje îstiqrar û refahê."