Seval Ocak Adıyaman
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2023
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, "Ez dîsa ji kesên ku dixwazin ji ser cinayetekê ra dîzayna siyasî bikin ra dibêjim. Namzedê me eşkere ye û biryara me zelal e. Namzedê me yê serokomariyê birêz Recep Tayyîp Erdogan e."
Bahçelî di Civîna Koma Meclisê ya MHPyê da axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî di axaftina xwe da balê kişand ser kuştina Sînan Ateş û wiha got, "Ez dîsa ji kesên ku dixwazin ji ser cinayetekê ra dîzayna siyasî bikin ra dibêjim. Namzedê me eşkere ye û biryara me zelal e. Namzedê me yê serokomariyê birêz Recep Tayyîp Erdogan e."
Bahçelî ji bo cinayeta Sînan Ateş got ku kî li Pensilvanyayê bi FETOyê ra hevkariyê dike û dixwaze li Tirkiyeyê êrîşî MHPyê bike, bêşerefê kurê bêşerefan e.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî destnîşan kir bi cinayeta Sînan Ateş xwestin ku siya cinayetê bi ser MHPyê da bikeve û wiha got, "Em kesên ku bi cinayetê derew û buxtanan li me dikin him hewaleyî Xwedê dikin û em ê him jî hewaleyî hiqûqê bikin."