Ruslan Rehimov
15 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, ji ber ku di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28em da piraniya dengan wergirt, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Îtifaqa Cumhur pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê, Aliyev bi têlefonê li Erdogan geriya û ew pîroz kir.
Aliyev destnîşan kir, Tirkiyeya bi pêşengiya Erdogan geşedaneke mezin pêk anî û wek tezahureke vê yekê jî gelê Tirk ê birayê wan, di vê hilbijartinê da jî bawerbûna bi serokê xwe nîşan da.
Erdogan jî ji ber eleqe û pîrozbahiya wî, sipasiya Aliyev kir.
Ji Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev bo Serokomar Erdogan têlefona pîrozbahiyê
Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinê da pîrozbahî li Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, serokomarê Ozbekistanê bi têlefonê li Erdogan geriya û hêvî û daxwaza xwe anî ziman ku encamên hilbijartinê ji bo gelê Tirk bi xêr be.