Fırat Taşdemir
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Şeva Qedrê ya ku di Qur'ana Pîroz da tê gotin ku ew ji hezar mehan bi xêrtir e, li gor hesabên teqwîmê wê sibê bê îdrakkirin.
Li gor Îslamê destpêka hatina Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da ye û li gor baweriyê di vê şevê da "Deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin."
Di "Sûreya Qedrê" ya Qur'ana Pîroz da wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê da nazil kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Rûh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta şeveqa serê sibehê silametî û aramî ye."
Endamê Lijneya Bilind ya Karên Dîn ya Serokatiya Karên Diyanetê Îdrîs Bozkurt ji nûçegihanê AAyê ra got Şeva Qedrê di nav roj û şevan da ya herî bimbarek e.
Bozkurt got ji ber ku Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da nazil bûye ev şev pir taybet e.
Bozkurt wiha axivî: "Hezretî Pêxember û sehabeyan gotine ku 10 rojên dawîn ên meha remezanê, 7 rojên dawîn û şeva 26an ya ku roja 27an va girê dide îşaretên Şeva Qedrê didin. Em jî bi sedsalan e şeva 27an pîroz dikin."
Bozkurt pêşniyaz kir ku ev şev bi îbadet û diayê bê derbaskirin.