Hüseyin Demirci
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 19 Nîsan 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, bi vehelîna berfê ra pez û dewar berdan çêrê.
Li Sariqamîşê bi germbûna hewayê ra berf heliya, mêrg û çîmen bi kulîlk, minminîk û teyr û tûyên koçber rengîn bûn.
Rêncberên ku ji zivistanê va heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî dikirin, heywan berdan merg û çîmenan da ku biçêrin.
Li herêma Sariqamîşa Jorîn ku raqima wê 2 hezar û 300 mêtre bilind e jî bi vehelîna berfê ra rêncberan heywanên xwe berdan çêrê. Ji rêncberan Orhan Aydin ji nûçegihanê AAyê ra got ku di dawiya dawîn a zivistanê da wan heywan berda çêrê û ew kêfxweş bûn.
Aydin diyar kir, heywan demeke dirêj di gom û tewleyan da man û wiha dewam kir, "Nêzî 5 mehan e ku heywanên me di hundir da bûn. Bi germbûna hewayê ra me heywanên xwe berdan mêrgan. Heywan çi qas di hundir da bimînin, seba me ew qas zirar e."