Seyîd Riza û hevalên wî yên ku di serhildana Dêrsimê de hatibûn îdamkirin, li Elazigê hatin bibîranîn.
Seyîd Riza û 6 hevalên wî yên ku di 15ê Sermaweza 1937an de li Qada Bugdayê hatin îdamkirin, di salvegera îdamkirina wan a 77emîn de bi bernameyekê hatin bibîranîn.
Koma ku li ber Qeraja Hozatê civiya heta Qada Bugdayê meşiya. Komê qerenfîl danîn qadê û findan vêxistin.
Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat li vir axivî û got ku di sala 1937an de Seyîd Riza û hevalên xwe bi awayekî rastîn nehatin darizandin û bi lezûbez hatin îdamkirin.
Polat wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku em hestiyên miriyên xwe yên bêkefen bibin û li axa pîroz a Dêrsimê veşêrin. Em her sal herin ser mezelên wan û Qur'anê bixwînin. Ev mafê min e. Hêrs û kîna min tuneye. Wekî min rik û hêrsa gelê Dêrsimê jî tuneye. Tenê em ciyê mezelên şehîdên xwe dixwazin. Heta niha ciyê mezelan nehatiye eşkerekirin."
Piştî axaftinan kom belav bû.