Şikbarê ku ji ber teqîna li Diyarbekirê ya ku tê de 3 kes mirin û ji sedî zêdetir kes jî birîndar bibûn hatibû binçavkirin hat girtin.
Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku der barê 2 teqînên ku di mitînga CHPyê ya li Rasta Îstasyonê qewimîbû de O.G. hatibû binçavkirin.
Solmaz destnîşan kir ku piştî karûbarên fermî yên li Midûriyeta Ewlekariya Bajêr kesê şikbar derxistin dadgehê, Hakimtiya Cezayê Silhê ya nobedar bi hinceta "bi zanayî kuştin", "endambûna rêxistina terorê" ve der heqê O.G. de biryara girtinê da.
- Der barê kesên ku veşartîbûna lêpirsînê îxlal kirin de lêpirsîn
Solmaz diyar kir ku di 8ê hezîranê de di rojnameyeke neteweyî de der barê lêpirsînê de xeberek hat weşandin, li gor xala 285an a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê ya ku tê de dibêje "bi eşkeretî îxlalkirina veşartîbûna lêpirsînê" der heqê nûçegihan û kesê ku agahî da wî da lêpirsîn dan destpêkirin.
Sol maz wiha pê de çû:
"Serdozgeriya me ya Komarê lêpirsînê bi awayekê berfireh didomîne û li ser hemû têkiliyên şikbar; ên ku alîkarî dan wî, bi wî re ketin tevgerê lêkolînan dike. Her îhtimalî didin ber çavên xwe li ser wan lêkolînan dikin. Der barê encamê de em ê agahiyan bidin raya giştî."