MUŞ
Li Mûşê şivanê ku ji zinar ket giran birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Mehmet Can Korkmazê ku li gundê Kayalisûyê şivantiyê dike, dema ku heywanên xwe diçêrand tehisî û ji ser zinar ket erdê.
Kesên li derdorê dîtin ku Korkmaz ji zinar ket xarê, bilez gazî tîmên tenduristiyê kirin. Tîmên tenduristiyê midaxeleya ewil li Korkmaz kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Piştî miayeneyê derket holê ku hin cihên stû û piyê Korkmaz şikestine û ew hildan emeliyatê.