Abdullah Tel
16 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Di operasyonên hevdem ên li 34 bajaran ku dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hat kirin da 82 jê eskerên li ser kar bo 132 gumanbaran biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji wan 106 kes hatin qefaltin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê birêva dibir da 82 jê eskerên li ser kar û 50 jî ji Artêşa Tirkiyê hatine avêtin û di nav rêxsitinbûnên FETOyê da cih girtine, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê ji bo qefaltina gumanbaran Stenbol navend li 34 bajaran operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonên hevdem da 106 gumanbara hatin qefaltin û ji bo qefaltina 26 kesên mayî jî xebatên dest pê kiribûn dewam dikin.