Zafer Fatih Beyaz
02 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Şûraya Eskerî Ya Bilind (YAŞ) dê sibê bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Edelatê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Perwerdeya Netewî Yusuf Tekîn, Wezîrê Parastina Netewî Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê yê wekî Sererkan hatiye peywirdarkirin Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramiral Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Atilla Gulan wê beşdarî civîna li Kuliyeya Serokomariyê bibin.
Endamên YAŞê berî civînê, bi serokatiya Serokomar Erdogan wê Anitkabîrê ziyaret bikin.