TBMM
Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan, der barê mudaxaleya Kamer Genç a axaftina Emîne Erdoganê de got: "Kamer Genç, li dijî gelek kesan wiha bêhurmetiyê dike. Li gor min ev tevger xelet e, ez wî şermezar dikim."
Altan Tan li parlementoyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tan diyar kir ku duh lijneyek ji komelaya astengdaran hatiye û dosyayeke derbarê pirsgirêkên xwe de pêşkêşî ew kirin e. Pirsgirêkên herî girîng ên civakê, pirsgirêkên astengdaran in.
Tan, got ku di serdema hikûmeta heyî de ji bo astengdaran gelek xebat hatin kirin lê ev têrê nakin. Tan, diyar kir ku Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî ragihandibûn ku "em ê ewqas astengdaran tayin bikin" lê tenê ji sedî 28an tayin kirin, ji sedî 72 nehatine tayinkirin.
Tan, destnîşan kir ku ew wek BDPê di xebatên der barê vê mijarê de, her tim piştevaniya hikûmetê dikin, divê ev mijar ji mijarên siyasî dûr bên nirxandin û nekin qurbana gotegotên siyasî. Tan, rexne li hikûmetê kir û got: "Bi lezgînî bi qasî ku soz dabûn tayin bikin."