Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, komeke BDPyî bi çov û keviran êrîşî endamên AK Partiyê yên Rêxistina Navçeya Îpekyoluyê yên ku danê êvarê li Taxa Îkînîsanê xebatên hilbijartinê dikirin, kirin.
Di êrîşê de camê wesayîtên ku AK Partiyî tê de bûn, hatin şikandin û di êrîşê de 5 kes birîndar bûn.
Komê lehê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya de dirûşme berz kirin, pişt re belavî kolanan bûn û birîndaran jî ji bo tedawîkirinê rakirin nexwaşxaneyek taybet.
Parlementerên AK Partiyê yên Wanê Gulşen Orhan, Bûrhan Kayaturk, Mûstafa Bîlîcî û namzedê Şaredariya Wanê yê AK Partiyê Osman Gulaçar piştî êrîşê çûn herêma bûyerê û der barê bûyerê de agahî sitandin.