22 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
GAZÎANTEP
PYDya rêxistina terorê ku ji aliyê Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (RLN) ve hat îsbatkirin ku bi tehcîrkirina ereb û Tirkmenên bakurê Sûriyeyê sûcê şer dike, nuha jî heman polîtîkaya xwe li sêgoşeya Heleb-Azez-Cerablusê cîbicîh dike.
PYD weke dûvika PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê sala 2003an li bakurê Sûriyeyê dest bi xwe rêxistinê kir. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve carinan bi dizî carina jî bi eşkere hevkariya Esed dike. Rêxistina terorê dixwaze kurdan ji şoreşa Sûriyeyê dûrbixe û bi vê sayê bibe xwedî deskeftî.
PYD di vê pêvajoyê da bi taybet li Efrîn, Hesekê û Eyn el-Erebê (Kobanê) xwe rêkxist û di bin navê têkoşîna dijî DAEŞê da bi piştevaniya DYA û Rûsyayê hewl dide serweriya xwe li bakurê Sûriyeyê berfireh bike.
PYD pêvajoya êrîşa DAEŞê ya dijî Eyn el-Erebê ya berî nuha bi 2 salan ji xwe ra weke firsendekê bikar anî û hewla sitendina piştevaniya civaka navteweyî da. Herwiha di vê pêvajoyêda, hêdî hêdî dest bi behskirina çêkirina korîdara kurdî kir li bakurê Sûriyeyê. PYD bi piştevaniya esmanî ya DYAyê kontrola ji Eyn el-Erebê ji DAEŞê sitend û di wî bajarê ku bi sedema bombebarînan kavil bibû da ji dêvla pêçana birînên gel, dest bi tehcîrkirina ereb û tirkmenan kir.
Rêxistina terorê dîsan bi piştgiriya DYAyê, li Tilebyed û derdora wê li dijî ereb û tirkmenan heman siyaseta xwe ya tehcîrê cîbicîh kir. Di encama wan tehdîdên ku hezîrana raborî destpê kirin da, bi deh hezaran ereb û tirkmen yan xwe avêtin Tirkiyeyê û yan jî neçarî koçê bûn. PYDya ku bêyî ku yek gulleyî biteqîne Tilebyed ji destê DAEŞê derxist, ewilî deriyê sînorê yê bi Tirkiyeyê ra ji hatûçûnê ra girt. Herwiha kurd xistin şûna wan malbatên ereb û Tirkmenên ku malê xwe terk kiribûn.
- Piştevaniya DYA û Rûsyayê
Hat ragihandin ku Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (RLN)ê bi raporekê îsbat kir ku PYD bi tehcîrkirina sivîlên ereb û tirkmen sûcê şer dike.
PYDya rêxistina terorê nuha jî heman polîtîkaya xwe li sêgoşeya Heleb-Azez-Cerablusê cîbicîh dike.
Rêxistina terorê ya ku piştevaniya DYA û Rûsyayê sitendiye, ji bo sed hezaran ereb û tirkmenên wê herêmê tehdîtek e.
Lêkolînerê Polîtîkaya Derva yê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) Can Acun di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku PYD dûvika PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye.
Acun herwiha got, "PYD weke dûvika PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê sala 2003an li bakurê Sûriyeyê dest bi xwe rêxistinê kir. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve carinan bi dizî carinan jî bi eşkere hevkariya Esed dike. Rêxistina terorê dixwaze kurdan ji şoreşa Sûriyeyê dûrbixe û bi vê sayê bibe xwedî deskeftî."
Acun herwiha destnîşan kir ku PYD hewl dide korîdoreke kurdî çêbike û got, "Di herêmê da zêdetir ereb û tirkmen dijîn. Li Tilebyedê piraniya wan ereb nêzîka 100 hezar kes dijî. Di navbera Tilebyed-Rasuleynê û navbera Azez-Cerablusê da jî bi piranî ereb û tirkmen dijîn. Li bakurê Hesekê jî piranî ereb-kurd dijîn. Herwiha li herêma Bayirbucaka Lazqiyê piranî tirkmen dijîn."