22 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Şirketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (Dîcle EDAŞ), li Sûra navçeya Diyarbekirê alîkariya xidayê da hezar û 700 malbatên ku ji ber êrîşa terorê mexdûr bûne.
Midûrê Bajarê Diyarbekirê yê Dîcle EDAŞê Ugur Yaka daxuyanî da û got ku wan alîkarî da şêniyên navçeya Sûrê yên ku malên xwe terikandine û mexdûr bûne.
Yaka diyar kir wan ji bo mexdûrên Sûrê bi navê "Ji Dîcle EDAŞê ji bo Sûrê Pira Têkildanînê" kampanya li dar xist, paketên xidayê li hezar û 700 malbatan belav kir. Ev xida tê ra 6 hezar kesî dike.
Yaka destnîşan kir ku di pakêtên 10 kîlo da penêr, zeytûn, dimis, savar, rûn, makarne, şekir û çay hene. Personelan pakêt di depoya DEDAŞê da amade kirin û bi 40 wesaît û 80 kesan va gîhandin malbatan.