Tenduristiya Midûrê Giştî yê rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli û Serokê Koma Weşana Samanyoluyê Hîdayet Karaca hat kontrolkirin.
Dumanli û Karaca yên ku di çarçoveya operasyona rêxistina paralel de hatibûn binçavkirin, di bin kontola polêsan de birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyupê. Di nexweşxaneyê de tenduristiya wan hat kontrolkirin.
Piştî kontrolê Dumanli û Karaca birin avahiyê Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya li ser kolana Vatanê.