MARDÎN
Şêniyên taxa Yeniyê ya Midyada navçeya Mêrdînê bi mebesta ku zirarê dide tenduristiyê serî li Qeymeqamtiya Midyadê dan ku çêkirina îstasyona bazê ya li hewşa avahiya PTT û Telekomê tê çêkirin, were betalkirin.
Mixtarê taxê Muharrem Demirdag der heqê mijarê da daxuyanî da û got ji ber ku îstasyona bazê tenduristiyê xirab dike şêniyên taxê ditirsin û aciz dibin.
Demirdag destnîşan kir ku îstasyona bazê radyasyonê belav dike û ji ber vê jî li taxa xwe îstasyona bazê naxwazin û wiha dewam kir: "Ji ber radyasyonê şêniyên taxê çêkirina îstasyona bazê qebûl nakin. Dixwazin li derveyî taxê were çêkirin. Bi vê mebestê me serî li Qeymeqemtiyê da. Tenduristî ji her tiştî girîngtir e. Bira rayedar dest bavêjin vê meseleyê û çareser bikin. Em ê bi rêyên hiqûqî hemû mafên xwe biparêzin."