ÎSTANBÛL
ÎGDAŞê daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku li atolyeya hunerê ya li hevrazê Kazanciya Taksîm no: 50yê teqînek çêbû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku îxbara der barê teqînê de di saet 16.23yan de giha 187 Xeta Acîl ya Xaza Siruştî û wiha hat gotin: "Tîmen ÎGDAŞê li ser îxbarê çûn cihê bûyerê û li wir lêkolîn kirin. Di lêkolînên ewil de hat tespîtkirin ku di tupa mitbaxê ya 12 kîlogramî ya li kargehê xaz jê çûye û îtfaiyeyê tupa mitbaxê ji cihê bûyerê dûr xist. Di lêkolîna hûrgilî de hat tespîtkirin ku piştî bûyerê di sûwaxa arîkan de tehrîbateke zêde çênebûye, tehrîbata zêde li erdê çêbûye, xazjêçûna tupa mitbaxê ya 12 kîloyî ya navenda teqînê di dema bûyerê de jî berdewam dikir. Di lêkolînê de rastî tu nîşaneyan nehatin ku mirov bibêje teqîn ji ber xaza siruştî çêbûye. Agahiyên teqez yên der barê bûyerê de piştî lêkolîna edlî ya der barê mijarê de dê derkevin holê."
Di teqîna ku li atolyeya hunerê ya li avahiyeke li hevrazê Kazanciya Taksîmê çêbibû de 6 kes birîndar bibû û bibû sedemê zirara madî.