VAN
Li gor agahiya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, di saet 23.51an de li gundê Akçîfta Wanê bi lerza 4,6an erdhej çêbû.
Erdheja ku 5 kîlometre di bin erdê de qewimî. Li gor agahiyan di erdhejê de zirar negihîştiye can û malê tu kesî.
Rayedarên Midûriya Afata Bajêr û Rewşa Acîl (AFAD) diyar kirin ku heta niha ji ber erdhejê kes li wan negeriyaye. Erdhej li navenda Wanê û navçeyên der û dorê jî hat hîskirin.