Bi "pêvajoya çareseriyê" re li bendê bûn ku rêxistina terorê PKKê çekê dayne, lê rêxistin rê dibire, wesaîtan dişewitîne, mayîna bi cih dike. Ev jî mafê welatiyan yê azadiya seyahatê binpê dike.
Ji ber ku çalakiyên rêxistinê çûn û hatinê tehdît dike, welatiyan dev ji wesaît û otobêsan berda û berê xwe didin balafiran. Çûn û hatina balafiran jî biha ye.
Welatî bi fikar in ku rêya wan were birîn, mayîn li ser rê biteqin û wesaîtên wan werin şewitandin. Ji ber vê jî berê xwe didin balafiran. Rêjeya tijebûna balafiran derket ji sedî 100an. Li balafirgehan çûn û hatin ji sedî 40 zêde bû.
Bi pêvajoya çareseriyê ra welatiyan bi rehetî seyahat dikir û diçûn bajarên rojava. Lê ev mehek e ji ber ku PKK wesaîtan dişewitîne, rê dibire û mirovan direvîne, welatî bi fikar in.
Gelê herêmê ji ber astengkirina azadiya seyahatê, fîrmayên otobêsan jî ji ber ku rêwî kêm bûne, bertek didin nîşan û dixwazin ku êrîşên li dijî hizûrê bi dawî bibin.
- Stenbol
Li otogara Stenbolê rêwiyên ku bi fîrmayên otobêsên ku diçin rojhilat û başûrê rojhilat li gor par kêm bûne.
Rayedarên fîrmayên otobêsan dibêjin ku firotina bilêtan gelek kêm bûye.
Rayedarê fîrmayê Şemmuz Sukutî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di seferan da otobês tije nabe, xwediyê otobêsan ji vê aciz in.
Sukutî got ku berê otobês tije dibûn û diçûn herêmê, niha otobês bi 15 kesa hereket dike.
Sînem Ozîltera ku bilêtên fîrmayekê difroşe got ku hin welatî ji bûyeran ditirsin û bilêtê xwe betal dikin.
Ozîlterê daxuyand, ji ber bûyerên terorê gel bi balafiran diçe.
- Diyarbekir
Serokê Komeleya Otobêskaran ya Diyarbekirê Aydin Ozgen ragihand ku bûyerên terorê welatiyên ku seyahat dikin, dixe fikarê.
Li otogara Diyarbekirê xwediyê fîrmayê Zulkuf Ozkaçar got ku mirovên ku ji derva tên rojhilat û başûrê rojhilat bi fikar in.
Ozkaçar got ku ew dixwazin pêvajoya çareseriyê dewam bike da ku mirov bi hizûr seyahat bikin.
Hasan Saymadî ji Diyarbekirê diçe Kirklareliyê. Saymadi got ku balafir ji wesaîtan ewletir e.
Hat gotin ku li gor tîrmeha par, seferên balafiran ji sedî 15 (hezar û 337), hejmara rêwiyan ji sedî 41 (202 hezar û 160), bar, poste û bagaj jî ji sedî 32 zêde bû.
- Wan
Rayedarên fîrmayên otogara Wanê gotin ku rêwiyên ku diçin, ji rêwiyên ku tên zêdetir in, ev jî ji ber çalakiyên rêxistinê ne.
Xebatkarê fîrmayê Necdet Aslan got ku wek sektorên din, bûyerên terorê çûn û hatin jî asteng kir.
Şofêrê otobêsê Erkan Bayrî karmend û xwendekarên zanîngehê îmtina dikin ku werin herêmê.
Bayrî got ku hejmara rêwiyan kêm bûye û wiha dewam kir: "Nanê me girêdayî rêwiyan e. Rêwî hebin, em qezenc dikin, tunebin em qezenc nakin. Li Samsûnê rojê 200 otobês rêwiyan dibin tînin, lê li cem me rojê 30 otobês dertên seferê. Heta bûyer hebin kar tune."
Ji rêwiyan Îsmaîl Can jî got ku hêzên ewlehiyê li herêmê hewl didin ku ewlehiya welatiyan peyda bikin, lê rêxistina terorê êrîşên xwe didomîne.
- Hekarî
Balafirgeha Selahattîn Eyyubî ji ber bûyeran di 5 salan da temam bû. 6 caran jî ji ber ewlehiyê hin sefer hatin betalkirin. Di heftê da 10 balafir tên û diçin, di nav du mehan da 22 hezar rêwî çûn û hatin.
- Mûş
Li otogara Mûşê rayedarê fîrmayê Aslan Aktaş got ku welatî ji ber bûyeran bi fikar in.
Hamdullah Gunduz jî got ku bûyer bûn sedema ziyana maddî û manewî.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê li gor tîrmeha par rêjeya kesên ku balafirê tercîh dikin ji sedî 22 zêde bû.
Ji rêwiyan Adem Demir got ku seyahata balafirê ji wesaîtan ewletir e.
- Bîngol
Par di tîrmehê da 9 hezar û 369 kesî balafir tercîh kir, îsal jî ev hejmar derket 11 hezar û 510 kesan.
- Sêrt
Li gor par rêjeya rêwiyên ku tên bajêr kêm bû, rêwiyên ku ji bajêr diçin jî zêde bû.
- Batman
Ji rayedarên fîrmayê Faîk Furan got ku hejmara kesên ku tên bajêr kêm bûn, hejmara kesên ku ji bajêr diçin jî zêde bûn.