Êzdiyên ku ji êrîşên DÎŞIyê ji Şengalê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê, dixwazin ku 800 dolarên ku di çarçoveya dahatên neftê yên Iraqê de mehê carekê didan her malbatekê dîsa bidin wan.
Şaredariya Mezin a Diyarbakirê malbatên êzdî li kampa Tesîsên Werzîşê yên Yenîşehîrê bi cî kirin. Malbatan diyar kir ku ji ber koça mecbûrî ji ber ku para ku li Iraqê didan serê malbatê nikarin bistînin gelek pirsgirêkên wan çêdibin.
Berpirsyarê kampê Îsmaîl Xidir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî de (NY) ji dahata neftê ya Iraqê arîkariya neqdî didan her malbatê.
Xidir got ku ji dahata firotina neftê nêzî 800 dolarî didan her malbatê û da zanîn ku ji ber ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Iraqê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê nikarin vê pereyê bistînin.
Xidir ragihand ji bo ku bikarin wê pereyê bistînin divê biçin Iraqê lê ji ber tirsa DÎŞIyê nikarin ku biçin û wiha axivî: "Em dixwazin para ku bi biryara NYyê ji dahata neftê didan me bi navbeynkariya rayedarên Tirkiyeyê bidin me."
- Naxwazin ku vegerin Iraqê
Findî Cirdo Ehmed jî got ku li herêma Çiyayê Şengalê çendî caran rastî qetlîaman hatin.
Ehmed got ku bi piştgiriya NY û Tirkiyeyê dixwazin ku li vir bijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"DÎŞIyê Çiyayê Şengalê bi temamî dorpeç kir. Eşîrên ereban êdî nahêlin ku em wir bijîn. Me di encama qetlîameke mezin de koçî vir kir. Me nêzî 100î termên li hawirdora gund nekarî ku definbikin û hatin vir. Ji ber vê yekê em naxwazin vegerin. Rayedarên kampê û xizmên wan li zarokên sêwî xwedî derdikevin. Em ji ber zivistana ku tê bi fikar in."